Washingtonê ji bo danûstandinên bi Tehranê re şertê yekem diyar kir
DYEˊyê ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên ji çend hefteyan ve rawestiyane, şertê xwe yê yekem ji bo pêkanîna rêkeftinekê danî.
DYEˊyê ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên ji çend hefteyan ve rawestiyane, şertê xwe yê yekem ji bo pêkanîna rêkeftinekê danî.
Wezîrê Derve yê Emerîkayê Marco Rubio, îro li ber Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê li ser şerê Îranê şahidî da û got, "Mercê yekem di danûstandinên Îranê de vekirina Tengava Hurmuzê ye. Vekirina Tengavê tê wateya ku keştî bikaribin bêyî ku werin tacîzkirin an jî neçar bimînin ku xercan bidin, di nav avên navneteweyî re derbas bibin."
Rubio anî ziman ku, "Ger Îran bixwaze petrola xwe ji nû ve veguhêze, divê ew Tengava Hurmuzê ji nû ve veke. Ger red bike, vebijarkên me yên din hene."
Di dewama îfadeya xwe de Rubio got, "Divê Îran bi zelalî ragihîne ku Tengava Hurmuzê niha vekirî ye," û destnîşan kir ku eger Îran îsrar bike ku Tengava Hurmuzê girtî bimîne dê DYA dorpêça deryayî li ser benderên wê bidomîne."
Di dawiyê de Rubio da zanîn ku "Îran tenê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê dê sivikkirina cezayan wernegire," ji ber ku "her sivikkirina cezayan dê bi şert be."